Demîrtaş behsa çi dike?

Ji bav û dayikên me gelek î tişt ji me re mîras dimînin. Her hal mîrasa herî mezin hişek ji xwe bawer, li hemberî civak û civatoka xwe exlahekî paqij, zimanek pîr û pak, çandek bi jiyana xwe va girêdayî mîratek bêhempa ye. Lê dapîr û bapîrên me ji xeynî vana ji me re dadgehan da mehkemebûnê jî wek mîrasek hiştin. Nifş bi nifş di dadgehên mêtingehan da bi her awayî em hatin mehkemekirin û gelek caran jî em hatin cezakirin. Kalê min Mele Sîraç belkî ji dehan zêdetir di dadgehan da hat mehkeme kirin û ket girtîgehan. Bavê min dîsa wisa ez hê jî di dadgehan da têm mehkeme kirin. Komara Tirkiyê temenê xwe yê sedsalî li pişt xwe hişt.

Ji destpêkê heta roja me xwestine kurd bênavber bo serî bitewînin, têk biçin, ji holê rabin, çi ji destê wan hatiye kirine û li ser milet çiqas pergalên genî hebin meşandine. Nebû bi hemû paramîlîterên xwe bi leşkerên xwe kuştin. Ew ên ku nikaribûn bikujin jî di dadgehan da mehkeme kirin û cezayên mezin dan ser milên wan. Îro ji sedî zêdetir hemwelatiyên me yên welatperwer sî salan di nav çar dîwaran da temam kirin û serbest man. Nizanim bala we kişand kê û kî ji hêlîna faşîzmê derdiket li ser rûyên wan serbilindî, xemgînî û keyfxweşî xuya dikir. Lê mixabin ev keyfxweşiya hêza serbestbûnê nîvco û pêyekî wî kul e. Çimkî heval û hogirên xwe li pişt deriyan hiştine…

Min berê xwe da Dadgeha Çaglayanê seat derdora dehan da di salona bîst û sisêyan da ez bo temaşekirina mehkemeyê amadebûm. Di destpêkê da em çend kes bûn. Ji Duvarê rojnameger Ferhat Yaşar hebû û çend parêzer li ser paldankên xwe da di xwe re çûbûn. Ne tenê li Stenbol mehkeme hebû çend bajerên din jî ev mehkemeya dîrokî dihat şopandin. Lê ewqas li Stenbolê rojnameger henin tenê ji malpera Duvarê û piştre ji Artı TVyê Hicran Aslan beşdar bibû. Ji çapemeniya çepgiran ti kes tinebû; ew ên ku me bi wan re tifaqê kiribû, ew ên ku di devê hilbijartinê da li derdora me diçûn û dihatin, ew ên ku ji me re digotin em bihevrane, ew ên ku kedera xwe û me yek dîditin li meydanê tinebûn. Me not girt, dinya ne bi zorê ye lê bi dorê ye. Çaxê kesên wisa hatin ber deriyên we li rûyên wan ên qirêj û genî mêze bikin û deriyên xwe wisa tûnd û hişk li ser rûyên wan bigrin ku bila êdî di hişên wan da deriyên we xuya jî nekin. Teqez ez ê wisa bikim û dikim jî!

Di ekranek biçûk da heft ekranên din ên biçûk tê da hatibû vekirin. Di nav wan ekranan da yek ji wan mezintir bû. Di wê ekranê da bi berçavka xwe ya xwendine Hevserokê Berê yê HDPê rêzdar Selahattin Demirtaş xuya kir. Rêhevalên ji hev dûr silavan dan hevûdin. Keçên birêz Demîrtaş jî li Amedê ji bavên xwe re dest dihêjandin. Atmosfera dadgehan her tim girtî û behna meriv teng dike, di ser da jî bêdengiya hindir çiqas zorê bide jî bi dengê rêzdar Demirtaş ev atmosfer belav bû. Tiştê ez ê dawî bibêjim di serî da bînim li ser ziman: bi feraseta hiş û dil, ji xwe bawer û bi qasî serî derziyê tirs li ser rûyê Demirtaş û rêhevalên wî xuya nedikir. Belê îro di hucreyên faşîstan da, dest û ling hatibin zincirkirin jî dilê ku bo gel û têkoşîna wî ya azadî û serbestbûnê dike gupegup jê gramekî jî kêm nebûye. Demirtaş bi baweriya xwe kadroyên MHPê mehkeme dikir; ev tevgirtin jî di dîroka me da ew ê cihê xwe bigire û her tim dê were li ser ziman. Kê/î dikare wî ya bide jibîrkirinê; “Ax ê me ye mirîşk ê me ye genim ê me ye, hûn kî nin?”.

Ev mehkeme ne ji rêze bû, mehkemeyek dîrokî bû. Nefreta sedsalî, redkirina sedsalî, hêviya tinêkirina û têkçûna sedsalî, bi tohmet û gefxwarina serî tewandina sedsalî bû. Ev mehkeme ji Şêx Seîdê kal bigirin heta Pîr Seyîd Riza ji wir jî Doza 49an, ev ji me re mîras ma ye; mehkemeya ku ez ji bo guhdarkirinê li wir bûm bênavber û bi hemû zilm û zordestiya xwe dimeşiya. Piştî qetlîama Dêrsimê û Şêx Seîdê kal miletê kurd di nav bêdengiyê da ma; bi Doza 49an ev bêdengî ji meydanê rabû, digot Demirtaş.

Yanî ev meseleya hebûnê û nebûnê bi qetlîaman, bi sirgunkirinan, bi heps û hucreyan, bi tirsandin û kuştinan qey gotin em ê çareser bikin. Bi her kuştinê deng bilind bû bi her êrîşê kombûna gel zêde bû. Tiştê ku min li Doza Kobaniyê dî Kurd û Kurdistanîbûn ku dihat mehkeme kirin. Jixwe Demirtaş di serî da wî ya destnîşan kir. Lê wext ne wextê berê bû, li hemberî wan dilek wêrek û ji xwe bawer hebû. Bi her alî va Demirtaş bersivan dida û îdeayên wan yeko yeko dikir bin lingê xwe, dikir bin lingên dayikên Kurdan. Wek di helbesta Abdullah Peşêw aniye ser ziman; “Dixwazin/Em her wek wan bin/Wek teyrekî mûmyakirî/Bê daxwaz, bê giyan bin!”.

Jixwe Demirtaş bi du hevokan viya eşkere kir: “vê dozê dixwazin dirêj bikin lê di esasê xwe da du hevok e. Ev doz ‘tirk bî şanaz î, ger tu tirk nebî bîat bike’ ”. Sedsal e rewş ev e; ji bo ku em nebûn mîna wan ev erîş bêsekin domiyan. Bîst hezar sal e em neşibiyan ti qewmî û gelî. Bîst hezar sal e li ser koka xwe em hebûn û em hê jî henin. Îro hin derdorên kurd û Kurdistanî dibêjin Demirtaş vegeriya ser doza heqê yanî Kurdistaniyê. Na şaş in, Demirtaş her tim li ser doza Kurdistaniyê bû, her tim bi rêhevalên xwe re bo serbestbûn û azadiya gelê xwe meşiya û gavek paş va neavêt. Tirs bû, ket nav dilê xwediyên mêtingehan!

Demirtaş di parastina xwe da hin peyamên balkêş da. Ji dadgehê re, ji rûyên wan ên xêrnexwazan re got: “Vê dewletê welatê me, Kurdistan dagir kiriye. Gelê me dixwaze li welatê xwe zikê xwe têr bike û bijî. Tirk berî 1000 salan hatin vê derê. Ew jî dixwazin xwe têr bikin û bijîn, wek Almanan, Cîhûyan, Aborjînan û Afrîqiyan. Em giş dixwazin zikên xwe têr bikin û nifşên xwe bidomînin… Em jiber berxwedana li dijî çanda dagirker tên darizandin ku peymanên exlaqî binpê dikin.”

Demîrtaş ne tenê dîroka nêzî da ber xwe Peymana Sykes-Picot li ser rewşa pirsgirêka kurdan da rola wî bibîrxist; “… Axa Kurdistanê ku di 1514an de te bû du parçe, di Peymana Sykes-Picot ya 1916an de bû çar parçe. Dabeşkirina Kurdistanê bi destê emperyalîstan çêbû û dû re şaşitiyên me ew pirsgirêk mezintir kir. Dewleta tirk ji kurdan dibêje: Hûn yan yên min in, yan jî yên axa sar. Slogan qedexe ye, pankart qedexe ye, siyaset qedexe ye, rêxistinên civakî yên sivîl qedexe ne. Û dema diçî çiyê, terorîst î.”

Demirtaş her wiha di parastina xwe da anî ziman ku pirsgirêka kurdan tenê bi qebûlkirina kurdan û nasnameya wan va dikare çareser bibe; “Em tenê hatin darizandin ji ber ku me mezinên xwe yên di dîrokê de bibîr aniye. Sûcdarkirineke dijî min ew e ku min Qazî Mihemed yad kiriye. Kurd li cemserê jî xwediyê maf bin, ew ê dijî wan mafan derkevin. Ger Kurd ji xwe re xaniyekî ji cemserê çêke û bibêje ‘ev mala min e’, dewleta Komara Tirkiyê wê hişyariyekê bide cemseran.” Doza Kobanî dewam dike û heta ku em temamî ji hev neqetin ew ê dewam bike. Îro Kobanî sibe Amed disba jî Qamişlo…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x