Jiyan Azadîîî… Dibistana Egîdê Cimo

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo. Nefesek efsunî, nefesek bi hesret û evînê hatiye dorpêçandin. Nefesek ji war û mekanên Serhedê belav bûye çar perçeyên welat. Ji wir xwe gîhandiye esmanên dinyayê. Bilûr û nefesa Cimo deng û melodiyên kurdan bi hemû dinyayê re da nasandin, ma tenê bilûr bû bi nefesa wî re hemhaliye dikir? Na fîq, zirne, mey jî bi nefesa wî deng belav dikir ser rûye erdê. Gav bi gav bi nefesa xwe dengê êş û hebûnê li ser çiyayan gerand, di nav deşt û newalan da ji xwe re heval û hogira peyda kir. Kê û kî bi nefesa wî dengê bilûra wî seh kir, rabû li ser hespê xwe siwar bû û derket rêwîtiyê. Jiyanek bi soz û peyame bilûra xwe re danîbû û heta nefesa xwe ya dawî bi evîna xwe re meşiya, li pişt deriyan bi tena serê xwe derd û xemgîniyên xwe bi bilûra xwe re girtûgo/hasbîhalê kir. Hema nefesa wî her tim bi derd û kederê lorand? Na, keyf û xweşî, govend û dîlan, şahî û kelecanî jî lorand. Bilûra Cimo jiyana Egîdan bû tê da her tişt dihewand…

Egîdê Cimo gund bi gund kolan bi kolan ket pey dengê kurdan û dengên wan ên ji serî heta binî bi hesret û hezkirinê diherike bi nefes û bilûra xwe ji wan re rêhevaltî kir. Dengbêjan da pêşiya xwe û wan bir Radyoya Erîvanê. Egîdê Cimo şerê Serhedê her tim di xizmeta gelê xwe da deng, melodî, awaz tomarkir. Sî û pênç sal bênavber li Radyoya Erîvanê kompozitoriyê kir, bi sedan stranên kurdî bi bilûra xwe re anî roja me. Çand û folklorê dengê dapîr û bapîran da qeyîdkirin. Nehişt bila dengê qedîm û nûjên hinda bivê nehişt di rûpelên dîrokê da were jibîrkirin. Nehişt dijmînê bav û kalan bigîhijin miradên xwe. Şervanê hunerê bû, heval bû, Mîrê Bilûrê bû. Îro nevî û şagirtên wî zar û zêçên gelê wî xwedî derdikevin mîrata wî. Ew ê ku bi hezkirinê honandiye û mezin kiriye. Egîdê Cimo dengbêj Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Efroyê Esed, Aslîka Qadir berê wan da Radyoya Erîvanê û dengê wan da tomarkirin û bi nefesa xwe jî hevaltiyê kir rih da bi stranên wan. Aslîka Qadîr helbesta wiya “Welatê Me Kurdistan e” ew beste dike û digîhijine welat. Cimo rojên xwe yê Radyoya Erîvanê wisa behs dikir; “Li her çar aliyê Kurdistanê ji kurdan re kurdî qedexe bû, lê li ba me ne qedexe bû. Me dengê kurdan digîhiştand dinya alemê. Bi saya vê herkes stranên kurdan guhdar dikir. Radyoya Erîvanê, rêya muzîka kurdî vekir û bi vê bingehê gelek tiştên mezin ava bû. Vêga gelek kurd ji me re dibêje; ‘em bi muzîka we, hunera we, berhemên we mezin bûn’. Heta vê gavê Radyoya Erîvanê kar û xebatên xwe kir êdî ev xebat û wezîfe li ser sazî û dezgehên din dibe ew ê rêxistin”.

Wek Mîrê Bilûrê anî ser ziman huner û muzîka kurdî êdî li ser sazî û tezgehên welat divê were meşandin. Piştî qeyûman jî ev xebat û karên pîroz -bi astengiyên asîmilasyonkeran- dîsa rêya xwe dî û di derza xwe da xwe berda ser kokên xwe. Ev astengî hê jî bi herî dijwariya xwe didome lê sewdaserên vî welatî jî di cihê xwe da rûnane û li li ber xwe didin. Vekirina Dibistana Egîdê Cimo mînakek herî xurt û şanaziya me ye. Îro saziya Zarok Mayê ev barê giran hilgirtiye ser milên xwe, bi piştgiriya gelê xwe bênavber ev karî dimeşîne. Dibistana vedikin, şagirtan pêşva dixe. Êrişên ku li ser çand û hunera kurdan pêktê li dijî asîmîlasyonê kedek bêhempa didin. Ew qas di nav demên dijwar da li ber xwe dane; ev destnîşana hezkirina welat û gelê xwe ye. Bi hezkirinê destpêke dike bi kedê mezin û nemir dibe. Ma Muzîk bi hezkirin û bi rûmet karê xwe didomîne û wek ferdek kurd bi wan serbilindim. Agir bi agir geş dibe û huner hunerê va têkoşerî bi têkoşeriyê va didome, tiştê ku em îro şahidiya wî dikin ev e.

Ji Kabataşê bi motora deryayê me xwe gihande Kadikoyê. Ew qas salê ez di navbera her du qitayê da diçim û têm min pêl ên ew qas xurt û bi hêz nedîbû. Wek erdhêjek bû. Mimkin nîn bû ku em rabin ser lingên xwe. Rê dirêj bû li gor Stenbolê, jixwe li Stenbolê her rê dirêj û zehmet nîn e? Piştî me pêlên Boxazê bi saxlemî xelas kir li pêşiya me hê bi metroyê şeş rawestgeh hebû. Di metroyan û metrobûsan da êdî cihê rûniştandinê dîtin bûye luksek. Wext her ku diçû nedima. Bo vî me bi lez û bez hereket dikir, di xiracira qelebalixa Stenbolê da meş ne wisa hêsane. Weka pêlên ku me li Boğazê hişt bi hêz û derp e. Piştî şeş rawestgehê qederek bîst deqîqe em meşiyan. Me xwe bi selametî gihande Kozyatağı ya Kadikoyê. Bernameyek dîrokî dihat li darxistin.

Mîrata Egîdê Cimo dihat cî. Bi cil û bergên kurdan, kedkarên bernameyê pêşwaziya mêvanan dikirin, bixêrhatinek jidil û bi rûkenî digotin merheba. Salonek mezin û heta dev tije di ser da jî li ser derenceyên solanê jî bi mêvanan tije bibû. Atmosferek kurdî, atmosferek dereng mayî, atmosferek hêviya pêşaroja me. Ma Muzîk xilayek Egîdê Cimo bi rê dixist. Mêvan kelecan bûn kedkarên bernameyê kelecan bûn, zarok kelecan bûn, dê û bav bi hêvî bûn. Di nava qelebalixiya kelecanî da li pişt me zarokek şeş salî bi dengek bilind “jiyan azadîîî…” digot. Hin ciwanên ku agir dilê wan da dikir gupegup bi sloganên radîkal solanê dihêjandin. Ji bo me Dibistana Egîdê Cimo li dijî xêrnexwazan bersivek bêhempa bû. Bersivek “zarokên vî welatî li Stenbolê êdî bêziman û bêmuzîk ew ê nemînin”. Keça ku li pişt me rûdinişt dîsa bi devlalîkî “jiyan azadîîî…” digot. Sing û awirên me tûj dikir. Ew zarok hêviya pêşerojê ye. Şeva Dibistana Egîdê Cimo dîrokî bû lê ew dîrok ew ê bi wê keça delal bigîhije armanca xwe. Banga ez li vir im hêma dikir, hê ti tiştek dawî nebûye hê nû destpêdike. Piştî ew keça şêrîn dîsa bi deng bilind “Jiyan Azadîîî…” got û îcar solana ku heta dev tije qey dengê wê bihîstin û bi yek awazî “jin jiyan azadî” hat hejandin.

Muzîka Dibistanê xeyalekê Egîdê Cimo bû û li Stenbolê ev xeyela bêhempa bi goşt û hestî bû. Şagirdê wî Mîroyê Qanat ji Rusyayê hat bi bilûra xwe, Ayhan Erkmen jî bi vegotina çîroka jiyana ‘Mîrê Bilûrê’ Egidê Cimo bi bîr anî. Çîrokbêj û nivîskar Ayhan Erkmen wisa herikbar û meraqdarî behsa Cimo dikir ku ji salonê deng dernediket. Me gelek agahiyên li ser Egîdê Cimo bi şewaz û usluba Erkmen guhdar kir. Pişt re hunermendên jin ê JINmayê konserek dan. JINma bi kurmancî û kirmanckî stranên lorandin. Endamên Koma JINmayê jî dibistanên vî welatî da mezin bû û îro li her dewerî konseran didin û her ku diçin bi deng û îlma muzîka xwe mezin dibin. Dibistana Egîdê Cimo bêşagirt û bi tene nehelin…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

x